PDKê piştgiriya xwe bo biryarên Serok Barzanî yên çaksaziyê ragihand

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya xwe bo
biryarên Serok Barzanî yên çaksaziyê li Herêma Kurdistanê û di nava PDKê
de, ragihand.
Berdevkê Polîtburoya PDKê derbarê biryarên çaksaziyê yên Serok Barzanî di
daxuyaniyekê de ragihand ku, bo derbaskirina kirîza daray û peydakirina
wekheviya civakî û çaksaziyên bingehîn yên kargêrî û darayî di nava
Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û herwiha di nava PDKê de, em
piştevaniyeke bêsînor bo biryarên çaksaziyê yên Serok Barzanî diyar dikin,
ku encamên wê di qezenca xelkê Kurdistanê û niha û paşeroja ezmûna me
de ne.




