26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmet dê mehane pêdeçûnê bi nexşeya mûçeyan de bike

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 
 
ragihand ku hikûmet dê mehane pêdeçûnê bi nexşeya mûçeyan de bike, da 
 
ku her zêdebûnek di dahatan de hebe bikeve ser mûçeyan de.
 
 
Serokwezîr Barzanî û Cîgirê xwe Qubad Talebanî îro pêncşemê 11/2/2016 
 
ligel nûnerên komeleyên civaka sivîl yên Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.
 
Di vê civînê de Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî bi hûrî ronahî xistin ser 
 
sedemên kirîza darayî û pêngavên demkî û neçarî ku bikar anîne bo 
 
derbasbûn ji vê kirîzê û ew çaksaziyên ku Hikûmeta Kurdistanê pêk tîne.
 
 
Ji aliyê xwe nûnerên rêxistinên civaka sivîl çendîn têbînî û serenc û pêşniyar 
 
bo çawaniya çareserkirin û derbaskirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê 
 
pêşkêş kirin û rexne li çend kêmasiyên hikûmetê girtin.
 
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hikûmet dê 
 
mehane pêdeçûnê bi nexşeya mûçeyan de bike, da ku her zêdebûnek di 
 
dahatan de hebe bikeve ser mûçeyan de. Herwiha Serokwezîr û cîgirê wê 
 
tekez kirin ku Herêma Kurdistanê dê bi serkeftî ji vê qonaxê derkeve.

Nûçeyên têkildar