Mafên Kurdan merca Birîtaniya ye jibo venasîna Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî

Şandeke Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên şoreşê û opozisyona Sûriyê serdan Birîtaniya kir û digel wezîrê derve yê Birîtaniyayê Wîlyam Hegg civiya.
Wezîrê karê derve yê Birîtanyayê Wilyam Hêig berya hevdîtina bi opozisyonerên Sûryê re ragihand, ku Birîtanya dixawze Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşa Sûryê (KNHŞS) bi awakî fermî qebûlbike, lê jibo vê yekê London dixwaze zanyariyên bêtir derbarê planê vê orgenê wergire.
Hegg di vê hevdîtina bi nûnerên KNHŞS re pêşveçûna rewşa li Sûryê gengeşe kirin. Ji bilî wê, beşdarên hevdîtinê wê pirsên derbarê hevkariyê û hebûna planekî eşkere jibo veguhestina desthilata siyasî giftûgokirin.
Hegg got em dê bi wê mercê vê Hevpeymaniyê nasbikin eger giringî bi mafên Kurdan bide.
Ji aliyê xweve Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdulhekîm Beşar ji KDP.info re ragihand ku ji Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên şoreşê û opozisyona Sûriyê tê xwestin ku demokratî be û tu alî bi yenê destê xwe daneyne ser vê Hevpeymanê, heweha divê mafê Kurdan li Sûriyê nasbikin.




