26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya malbata şehîd Ferûdûn Ciwanroyî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya malbata şehîdê Fermande Ferîdûn Ciwanroyî kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî carekî din hevxemiya xwe bi malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî ragihand û rola şehîdê serkirde Ferîdûn Ciwanroyî bilind nirxand ku hemû temena xwe ji bo xizmeta gel û welatê xwe terxan kir û li şerê dijî terorîstên DAIŞî erkê xwe ya li bergirîkirina axa Kurdistanê li mîhwera Xazir qehremanane û gelek bi serkeftî encam da.

Malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe yên ji bo hevxemiya Serok Barzanî, sozê dan ku li ser rêbaza şehîd ya ji bo parastina welat û xizmeta gel de berdewam bin.

Nûçeyên têkildar