HDP bo çareserkirina pirsgirêka Bakur, berê xwe dide Rûsya û Amerîka

Stenbol-KDP.info- Partiya Demokratîk a Gelan HDPê komîtek ku ji çend
parlamenteran pêk hatiye şand Amerîka bi mebesta pêkanîna çend civînan
ligel berpirsên wî welatî û çawaniya çareserkirina pirsgirêka Bakurê
Kurdistanê û Sûriyê.
Li daxuyaniyekê de HDPê ragihand ku, ew rast in di çawaniya çareserkirina
kirîza Sûriyê de, lewma ew komîte pêk anîne û li Amerîka dê çend civînan
bo vê mebestê pêk bînin. Herwiha piştre dê ber bi Rûsya ve ve biçin bo
heman mebestê.
Komîteya HDPê ji Osman Baydemîr Parlamanterê Urfa û Hoşyar Ozsoz
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê HDPê pêk tê û dê îro ew komîte ber bi
Amerîka ve birêkeve.
HDPê derbarê şerê Bakurê Kurdistanê jî ku di navbera PKK û Dewleta Tirkiyê
de diqewime, ligel berpirsên Amerîka behsa wê yekê bikin û dixwazin ew jî
hevkar bin bo çawaniya çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina û nehiştina wî
şerêdijawar.




