Parlemanterekî kurd: Hêviya me bi Bexdayê nemaye.. Divê Kurdistan bibe xwedî budce

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Kurdistanê di Encumena Nûnerên Iraqê de
rexneyê li wan kesan digire ku Bexda petrolê difroşe û rastî kirîza darayî
nehatiye û dibêje li Bexdayê kirîzeke darayî giran birêve ye. Herwiha da
zanîn ku, hêviya me bi Bexdayê nemaye û divê Kurdistan bibe xwedî budce.
Zana Rostayî Parlamenterê Komela Îslamî di Encumena Nûnerên Iraqê de ji
malpera KDP.info re ragihand: “Careke din cavê me li riya Bexdayê nabe ku
para Kurdistanê jê re bişîne, lewma dive Kurdistan bi xwe hewl bide ku bi
xwe bibe xwediyê budceya xwe.”
Rostayî wiha got: “Ew hizr û eqliyeta ku li Bexdayê heye rê nade ku em
mafê xwe werbigirin, ji ber ku em ji aliyê xwe de çend pêngavan pêşde çûn,
lê Bexda bi ti awayî bi aliyê me de nehat.”
Wî parlamenterê kurd wiha domand: “Hemû aliyan agahdar dikim bi taybetî
yên ku dibêjin Bexda dewlemend e ku roj li pey roj rewşa aborî û siyasî ya
Iraqê ber bi xerabiyê ve diçe û pêşbîniya kirîzeke yekcar giran tê kirin.”
Zana Rostayî ragihand: “Ti hêviyeke me nemaye ku careke din Bexda para
darayê ya Kurdistanê jê de bişîne û careke din jî bi wê eqliyetê em nikarin
ligel Bexdayê gotûbêj bikin.”




