26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hemdî Efendî: Mercê me bo beşdarî di azadkirina Mûsilê de heye

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Hemdî Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên 
 
Pêşmerge ragihand ku ligel pêngava destpêkirina azadkirina 
 
Mûsilê, Hêzên Pêşmerge garentiya sînoran dixwaze, da ku careke 
 
din êriş li ser sînorên Başûrê Kurdistanê dûbare nebin.
 
Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêj kurdan biryara 
 
yekalîker nedane ku Hêzên Pêşmerge dê bi çi awayekî beşdarî 
 
azadkirina Mûsilê bibin, ji ber ku divê di serî de em derbarê sînorê 
 
wê parêzgehê garantiyê werbigirin ji Hikûmeta Iraqê û 
 
hevpeymaniya navdewletî jî, ji ber ku wek serkirdatiya kurdî 
 
biryara me ew e ku em sînorên xwe diyar bikin û wan navçeyên 
 
bin destê xwe bernedin, bi taybetî ew beşê di navbera me û 
 
Mûsilê de ye.”
 
Wî berpirsê eniya Başîkê wiha got: “Me wek kurdan ezmûn ji 
 
pêserûberiya ewlehiya Iraqê wergirtiye û me gelek ziyan jî jê dîtiye 
 
û bi sedan kîlometr ji axa me ji ber şaşîtiyên Iraqê hatin dagîrkirin 
 
û ketin destê DAIŞê de, lewma serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê 
 
yekem pêngava wê di azadkirina Mûsilê de diyarkirina sînorê me 
 
ye li wê devera ku jê re tê gotin sînorê Mûsil – Kurdistan.”
 
Hemdî Efendî wiha domand: “Awayê beşdarîkirina Hêzên 
 
Pêşmerge di azadkirina Mûsilê de cuda dibe, ji ber ku tişta ku heta 
 
niha me biryar li ser daye ew e ku eger Pêşmerge beşdar bibe di 
 
wî şerî de, dê tenê biçe wan cihan ku pirsgirêk ji wan re 
 
dernekevin, wek nav Mûsilê Pêşmerge naçe wir, lê dibe ku 
 
Pêşmerge di nexşeya stratejîk ya azadkirina Mûsilê de beşdar 
 
bibe.”

Nûçeyên têkildar