26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Piştî referandomê, em yekser serxwebûnê ranagihînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, kurd dixwazin di çarçoveya Iraqê de bimînin û naxwazin yekser piştî encamdana referandomê, serxwebûnê ragihînin.

Mesrûr Barzanî li ser referandom û serxwebûna Kurdsitanê ji ajansa Associated Pressê re axivî û got, eger rayedarên Bexdayê kurdan piştguh bixin û wan mîna şirîkê rast ê Iraqê nebînin, dema Herêma Kurdistanê ji xwe re çareyek baştir ji Iraqê dît, wê çaxê bila giliyan nekin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê da zanîn ku kurd dixwazin di çarçoveya Iraqê de bimînin û naxwazin yekser piştî referandomê, serxwebûnê ragihînin.

Wî rayedarê Başûrê Kurdistanê diyar kir ku referandom, mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye û plana wê yekê jî dê li cihê xwe de bimîne. Kurd li bendê ne hemû welatên cîhanê vê yekê bizanin ku her gava munasib dîtin dê wî mafê xwe bikar bînin.

Mesrûr Barzanî behsa şerê DAIŞê jî kir û got, Pêşmerge bi nûnertiya hemû cîhanê û bê mûçe şerê DAIŞê dike ji ber wê jî divê tevahiya cîhanê alîkariya leşkerî û darayî ya Pêşmere bikin da ku Pêşmerge di wî şerî de serkeftî be.

Mesrûr Barzanî berpirsên hikûmeta Iraqê agahdar dike û dibêje, Eger bi çavekî wekhev nêzîkî Kurd û Ereb nebin û Herêma Kurdistanê bidin aliyekî, nabe ku gilî û gazindan li rêveberên kurd bikin. Pêwîst e di çarçoveya Iraqê de çareseriyeke baştir bê dîtin.

Nûçeyên têkildar