26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polonya lêkolînê li ser serxwebûna Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

 

Polonya-KDP.info-Bo yekem car lêkolînekî yasay navdewletî bi nave Pirsa Bimîratgirtina Rêkeftinên Navdewletî û Egera Serxwebûna Kurdistanê li welatê Polonya birêve diçe.

 

Ziyad Reûf Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya pirtûkeke zanistî çap dike bi navê Rêkeftinên Navdewletî yên Dualî di Egera Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê – Di bin ronahiya rêkeftinên dualî yên Polonya – Iraq de. Ew pirtûk lêkolîneke zanistî di çaroveya yasaya navdewletî û rêkeftinameya Viyêna ya sala 1978ê de ye, ku tê de komek pirsên girîng û rêkeftnameyên navdewletî hatine nirxandin.

 

Ev guhertinên mezin li ser asta cîhanê ku qewimî ne û bi taybetî li Ewropa piştî rûxandina Yekîtiya Sofyet sala 1989ê û perçebûna welatên mîna Çîkoslofakya û Yogoslavya, bûn sedema giringîdan bi birsa bimîratgirtina rêkeftinameyan were dan. Herwiha banga serxwebûnê ji aliyê Kosovo û perçebûna Sûdanê mînakên din in li ser guhertina pirsa û rêkeftinameyên navdewletî ne.

 

Ew pirtûk mijareke din li xwe digire, ew jî serhildana welateke nû ye li Kurdistana Iraqê û çawaniya wergirtina bi mîratwergirtina yasa û rêkeftinên navdewletî. Di wê pitûkê de lêkolîneke siyasî û yasayî li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin û behsa rewşa niha bo bangêştkirina serxwebûnê te de hatiye kirin.

Nûçeyên têkildar