26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

serok Barzanî û Samerayî rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û sekreterê Partiya Îslamî ya Iraqê Eyad Samerayî di hevdîtinekê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û navçeyê kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Duşemê 8/2/2016 li Selahedînê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamî ya Iraqê Eyad Samerayî û şanda pê re kir.

 

Di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê û guhertinên dawî û herwiha ew zehmetiyên li pêşiya pêkhatên Iraqê, gotûbêj kirin.

 

Di beşekî dinê vê hevdîtinê de herdu aliyan nêrînên xwe li hember paşeroja Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan û gefên terorîstan û destêwerdanên derve eşkere kirin.

 

Azadkirina Mûsilê û qonaxa piştî jinavçûna DAIŞê û karkirin bo jihevnêzîkirina pêkhateyên neteweyî û olî bi taybetî herdu parêzgehên Mûsil û Kerkûkê mijarekî dinê wê civînê bû.

Nûçeyên têkildar