Hewlêr: Şivan Perwer jî di gerva birçîbûnê de ye

Hunermendê kurd Şivan Perwer, ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di roja 66an de didomin, bi komeke rewşenbîr û hunermend re dest bi greva birçîbûnê kir.
li Hewlêrê, li pêşberî parlementoya Herêma Kurdistanê, hunermendê navdar Şivan Perwer dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya greva birçîbûnê a Şivan Perwer ji bona ku dengê xwe bide dengê girtiyên li zindanên Tirkiyê yên di grevên birçîbûnê de ne.
Ligel Şivan Perwer, gellek kesayetên naskirî, rewşenbîr û hunermend jî, li parka Samî Evdirrehman a li hemberî parlementoya Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne




