26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bi 10 hezaran koçberên Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê kom bûne

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Bi hezaran koçber û penaberên Sûrî ji tirsa êrişên Sûriye û 
 
Rûsyayê, li ser sînorê Tirkiyê kom bûne. 
 
Her ku hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya balafirên Rûsyayê, di eniyên 
 
bakurê bajarê Helebê yê Sûriyê de pêşde diçin, hejmara kesên sivîl ên ji ber 
 
wî şerî koçber dibin, zêdetir dibe.
 
Di heyama çend rojên borî de bi deh hezaran kes ji tirsa şer û êrişan 
 
reviyane ser sînorê Tirkiyê û li wir bicîh bûne. 
 
Waliyê parêzgeha Kilîsê ya Tirkiyê ragihand, heta niha herî kêm 35 hezar 
 
koçberên Sûrî li ser sînorê Tirkiyê kom bûne.
 
Rayedarên Yekitiya Ewropayê jî daxwaz ji Tirkiyê kirin, deriyê xwe ji 
 
koçberên Sûrî re veke. 
 
Saziya Çavdêr a Mafên Mirov li Sûriyê dibêje, derdora 40 hezar kes ji ber 
 
şerê Helebê bûne koçber lê rayedarên Tirk dibêjin, tê pêşbînîkirin ku 70 
 
hezar kesên din jî berê xwe bidin sînor.

Nûçeyên têkildar