26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

27 termên koçberan vegerandin Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Termên 24 koçberên Başûrê Kurdistanê yên vê dawiyê li 
 
deryaya Ege ya Tirkiyê de xeniqîbûn, gihîştin Kurdistanê. Di nav wan de herî 
 
zêde Dihokî hene. 
 
Nezhet Husên, Berpirsê Beşê Penaberan û Revenda Kurdî ya Rêveberiya Koç 
 
û Koçberan ji malpera KDP.info re ragihand, Îro danê sibê saet 04:15, 
 
termên komek koçberên Başûrê Kurdistanê yên di heyama çend rojên borî 
 
de li ser rêya Ewropayê û di nav deryaya Ege de xeniqîbûn, gihîştin 
 
balafirxaneya Hewlêrê û ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. 
 
Husên ragihand, ew term ku hejmara wan 24 e, ji Yûnanistanê hatin 
 
veguhestin. Di nav wan koçberên ku xeniqîne de, 20 Dihokî, 2 jê xelkê 
 
bajarokê Koye û 2 jî xelkê Hewlêrê ne. 
 
Li gorî Nezhet Husên, di nav yên xeniqî de, gellek jin û zarok jî hene. Heta 
 
niha termên 36 koçberên kurd ên xeniqîne, gihîştine Kurdistanê. Termên 25 
 
koçberên din ên Başûrê Kurdistanê jî dê hefteya din bigihên Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar