26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Medyaya fransî: Rewş amade ye ku kurd biryara xwe bidin

Çavkanî: KDP.info
 
 
Parîs-KDP.info- Piştî ku hefteya borî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd 
 
Barzanî lêjneyek bo cîbicîkirina referandûmê erkdar kir û piştî çend rojan jê 
 
Serok Barzanî peyamek derbarê referandûmê belav kir û tê de tekez kir li 
 
ser lidarxistina referndûmê bo serxwebûna Kurdistanê û wek mafê rewa yê 
 
gelê kurd bi nav kir, ew mijar bû rojeva medyayên cîhanê û bi taybet 
 
medyaya fransî.
 
Medyayên Fransa bi giringî li pirsa referandûmê li Kurdistanê dinêrin û 
 
çendîn mijar derbarê wê pirsê di medyaya wî welatî de belav bûne.
 
Rojnameya navdar LeFigaro di raporekê de bi nave Referandûn li ser 
 
Dewleteke Kurdî amaje bi peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd 
 
Barzanî dike û belav dike ku dema wê yekê hatiye kurd biryarê li ser 
 
çarenivîsa xwe bidin û referandûmekê bo serxwebûna Kurdistanê lidar 
 
Wê rojnameyê amaje bi nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û 
 
qeyranên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û şerê kurdan li dijî DAIŞê 
 
dike. Di beşekî raporê de hatiye ku sala 2016ê sed sal bi ser perçekirina 
 
Kurdistanê re bi biryara Sakis Bîko derbas dibe û egera wê yekê jî heye ku di 
 
di vê salê de Kurdistan serxwebûna xwe rabighîne, ji ber ku niha rewş baş e 
 
û amade ye ku kurd di referandûmeke giştî de biryarê li ser paşeroja xwe 
 
Beşê fransî yê malpera Sputniknews di raporekê de behsa referandûmê bo 
 
serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje: Dema wê yekê hatiye ku kurd 
 
referandûmekê bo damezrandina dewleteke kurdî lidar bixin. Merc nîne ku 
 
piştî wê referandûmê serxwebûna Kurdistanê rabighînin, tenê bo wê yekê 
 
ye ku neteweya kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û cîhan encamên wê 
 
Rapora wê malperê amaje bi çarenivîsa hin welatan mîna Skotland, 
 
Katalonya Kîbêk kiriye ku dê wê riyê bibirin da ku bigihên bi serxwebûnê û 
 
amaje bi naveroka gotinên Barzanî û nakokiyên di navbera Hewlêr û 
 
Bexdayê de û kirîza aborî û pirsa petrolê dike.
 
Malpera Zamanfrance jî di raporekê de amaje bi peyama Barzanî kiriye ku 
 
daxwaza lidarxistina referandûmê dike û dibêje: Dema wê yekê hatiye ku 
 
kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, da ku cîhan nas bikin serkirdeyên 
 
siyasî û xelkê Kurdistanê çi dixwazin.
 
Beşek ji gotinên Serok Barzanî di wê raporê de hatine: Divê xelkê Kurdistanê 
 
biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ji ber ku mafê wan ê rewa ye û bi bê 
 
biryardan serxwebûn bi dest nayê.
 
Heman raporê amaje bi wê yekê kiriye ku, di şerê kurdan li dijî DAIŞê de 
 
Hêzên Pêşmergeyên Kudistanê karîn beşek mezin ji navçeyên kurdistanî yên 
 
li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku nakokî di navbera Kurdistanê û 
 
Bexdayê de li ser wan hebû, kontrol bikin. Herwiha Kurdistanê bi bê Bexda 
 
dest bi hinardekirina petrola xwe kir. Lê niha Herêma Kurdistanê di kirîzeke 
 
aborî mezin re derbas dibe, ku bandoreke xerab li ser jiyna xelkê dike.
 
Rojnameya eliktronî ya Ledevoir di raporeke hûr de behsa referandûmê li 
 
Başûrê Kurdistanê dike û peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd 
 
Barzanî bi girîn dibîne û li gorî gotinên Barzanî behsa rewşa Herêma 
 
Kurdistanê dike.
 
Di raporê de hatiye ku kurd ji sala 1991ê de xwe birêve dibin û Serokê 
 
Herêma Kurdistanê ragihandiye ku dem hatiye gelê kurd biryarê li ser 
 
çarenivîsa xwe bide û daxwaza xwe bêjin.

Nûçeyên têkildar