PDK bo Yekgirtû: Erkê me hemûyan e ku bi yekrêziyê vê qonaxê derbas bikin
__2016_02_06_h17m0s26__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- PDKê, 22yemîn salvegera damezrandina
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdisanê pîroz kir û bi vê boneyê ragihand
ku, erkê ser mile hemû hêz û aliyên siyasî ye ku di vê qonaxê de
pêngavên cidî bavêjin bo zêdetir jihevtêgiheştin û tebayî û
yekhelwestiyê bo derbaskirina vê qonaxê û nemana pirsgirêkan û
bidestxistina hemû mafên me yên rewa.
PDKê di peyama xwe de bo Yekgirtû ragihand: “Em germitirîn
pîrozbahiyê li we dikin û hêvîdar in bi vê boneyê hemû alî bi
heman canê berpirsyaretiyê û niştimanperweriyê yekrêziya hêzên
siyasî û bingeha hevpeymaniyê bihêztir bikin û hewl bidin nakokî û
pirsgirêkan çareser bikin û van destkeftên ku bi xwîna qurbaniyan
bi dest hatine, biparêzin.”
PDKê ragihand ku, erkê ser milê hemû hêz û aliyên siyasî ye ku di
vê qonaxê de bi taybetî ji ber kirîza darayî û çendîn pirsgirêkên din
bo berjewendiya bilind a gel û neteweya me, pêngavên cidî
bavêjin bo zêdetir jihevtêgiheştin û tebayî û yekhelwestiyê bo
derbaskirina vê qonaxê û nemana pirsgirêkan û bidestxistina
hemû mafên me yên rewa.




