Frakisyona PDKê piştgiriyê li vegerandina samanên Iraqê ji derve dike

Bexda-KDP.info- Di civîna îro ya Encumena Nûnerên Iraqê de, daxwaz hat
kirin ku komîteyeke navdewletî were pêkanîn bo lêkolîn li milk û samanên
berpirsên Iraqê li derveyî welat. Frakisyona PDKê jî piştgiriyê li wê pirsê
dike.
Endamê Lêjneya Darayî ya Encumena Nûnerên Iraqê Hakim Serhan
Silêvaneyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna îro ya Encumena
Nûnerên Iraqê de, daxwaz hat kirin ku komîteyeke navdewletî were
pêkanîn bo lêkolîn li milk û samanên berpirsên Iraqê li derveyî welat, ji ber
ku li gorî zanyariyan gelek samanên Iraqê li derve hene.”
Hakim Serhan Silêvaneyî da zanîn ku, ew biryar Herêma Kurdistanê li xwe
nagire û tenê pêwendî bi Iraqê ve heye.
Silêvaneyî wiha got: “Em wek Frakisyona PDKê piştgiriyê li wê yekê dikin ku
ew lêkolîn were pêkanîn û bi ti awayî em ne li dijî wê ne, lewma niha em li
hêviya pêkanîna lêjneyê ne ku pêk were, lê pêwîdt e ew lêjne navdewletî be
ne navxweyî be.”




