Hersîn: Me daxwaz kir ku pêşîne ji Pêşmerge neyê wergirtin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Lêjneya Karûbarê Pêşmerge û Şehîd û
Qurbaniyên Jenosîdan û Zindaniyên siyasî di Parlamentoya
Kurdistanê de ragihand ku, wan daxwaz kiriye ku pêşîneya zewacê
û xaniyan were ragirtin û di vê dema ku şer heye ti pêşîne ji
pêşmergeyan neyê standin. Bo vê yekê jî Serokê Hikûmetê
piştgîriya xwe bo me ragihandiye û amade ye bi hemû awayekî
piştgiriya Pêşmerge bike.
Arî Hersîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Bo pêşîneyan, Dîwana
Encumena Wezîran li ser vê nameya me ku me ji wan re şandibû,
daxwaz ji Wezareta Darayê kir ku dîrase bikin û pêşîneya zewacê û
xaniyan rabigirin û di dema şer de pêşîne ji pêşmergeyan neyê
wergirtin. Bo vê yekê jî Serokê Hikûmetê piştgîriya xwe bo me
ragihandiye û amade ye bi hemû awayekî piştgiriya Pêşmerge
bike.”
Serokê Lêjneya Karûbarê Pêşmerge û Şehîd û Qurbaniyên
Jenosîdan û Zindaniyên siyasî di Parlamentoya Kurdistanê de da
zanîn ku, moralê Pêşmerge di eniyên şer de bilind e û ti pirsgirêk li
eniyên şer tine ye û ew bo her rûbirûbûnekê li dijî terorîstên
DAIŞê di rewşa amadebaşiyê de ne.




