26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

CHP derbarê referandûma Kurdistanê: Rêz ji karê wan ên navxweyî re bigirin

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglu derbarê referandûma Herêma Kurdistanê û helwesta hin kesayetiyên Tirkiyê li dijî wê, ragihand ku, ew yek ne karê Tirkiyê ye û pêwîst e rêz ji karê navxweyî yê welatên cîran re bê girtin.

Di derbarê rapirsî û referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Piştî çend roj berî naha Cîgirê Serokê AK Partiyê Omer Çelîk got; ‘Em germ nêzîkî rapirsî û Kurdistan a serbixwe nabin’ di vê derbarê de parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu jî ragihand referanduma ku divê tu kes destêwerdana karê navxweyî yê welatên din nekin û rêzê bigirin.

Mehmet Bekaroglu li Parlamentoya Tirkiyê civineke çapemeniyê saz kir. Bekaroglu di civîna xwe de bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên darbarê ragihandina serxwebûnê de û got; “Li wî welatî destûra bingehîn çawa ye, civakên wê derê divê çawa tevbigerin, ev ne karê me ye ku em bikevin nav. Ji ber ku li wê derê Herêma Kurdistanê heye û ew jî ji aliyê destûra Iraqê ve tê nasîn.”

Nûçeyên têkildar