26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sibe Serok Barzanî û aliyên siyasî dicivin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryar e sibe Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civîna xwe ya berfireh a duyem ligel hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê lidar bixe.

Fûad Husên, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, sibe dê civîna Serok Barzanî ligel aliyên siyasî lidar bikeve.

Husên da zanîn ku, îro komîteya çalakirina parlamento û Hikûmeta Kurdistanê dicive.

Serok Barzanî roja 26ê meha borî bi partiyên siyasî re li ser kirîza serokatiyê û referandomê civiyabû.

Di civînê de biryar hatibû dayîn civîna din 6ê Sibatê (îro) were lidarxistin lê çend roj berê civîn hatibû paşxistin û biryar hatibû dayîn sibê (7ê vê mehê) were kirin

 

Nûçeyên têkildar