26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kongreya Amerîka hewl bo alîkariya darayî bo Kurdistanê dest pê kirin

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info- Herdu senatorên Amerîka yên komariyan Lîndsî Graham û Con Mekîn bi fermî dest bi hewlên xwe kirin bo pêşkêşkirina alîkariyên darayî bo Herêma Kurdistanê.

Graham û Con Mekîn ragihandin ku ew li rêyeke bilez bo pesendkirina projekê li Kongreya Amerîka digerin bo şandina pereyan bi Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bizûtirîn dem.

Mekîn ragihand ku dîtina rêyekê bo gihandina alîkariyên darayî bo kurdan ne wisa zehmet e û pêwîst e were kirin, ji ber ku hêzên Kurdistanê di şerê DAIŞê de ne û çendîn meh in ku mûçeyê xwe wernegirtine.

Nûçeyên têkildar