26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Divê em berjewendiya hizbî bidin aliyekî, niha dema referandûmê ye”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Navenda Huda, Mihemed Bazyanî got, pêwîst e îradeya miletê kurd bihêz be bo serxwebûnê û referandûmê û ragihandina dewletê, ji ber ku kes ti dewletan nadin me, divê em bi dest bixin. Herwiha daxwaz kir ku muzayede û berjewendiyên hizbî bidin aliyekî, ji ber ku niha dema referandûmê ye.

Mihemed Bazyanî ji malpera KDP.info re ragihand: Kurd xwedî mafekî asmanî û zemînî ne ku wek hemû miletên din ku bibin xwedî dewlet û ji bo vê yekê pêwîst e pêngav bên avêtin û ew maf bi dest bikeve, lewma di serî de pêwîst e referandûm were lidarxistin.”

Bazyanî wiha got: “Li gorî lêkolînên ku me kirine, piraniya welatan îtîrafê bi dewleta Kurdistanê dikin, lê bi mercekê ku kurd bi yekdeng û yek reng pişta referandûmê bigirin, ji ber ku niha dem pir guncaw e û pêwîst e em ji muzayedeyên siyasî û berjewendiyên hizbî dûr bikevin ji ber ku piştre dîrok rehmê bi kesî nake.”

Serokê Navenda Huda wiha domand: “Hemû lêkolînên derbarê stratîjiyek û perçebûna navçeyê amaje bi wê yekê dikin ku piştî derbasbûna 100 salî bi ser Sayiks Bîko de dê guhertin rû bidin, ji ber ku 100 sal bi ser wê biryara nerewa de derbas dibe. Li hemû dinyayê eger 100 sal bi ser biryarekê de derbas bibe, ew biryar tê hilweşandin.”

Mihemed Bazyanî ragihand: “Pêwîst e îradeya miletê kurd bihêz be bo serxwebûnê û referandûmê û ragihandina dewletê, ji ber ku kes ti dewletan nadin me, divê em bi dest bixin. Welatên sunî niha dixwazin kurd bibin xwedî dewlet. Herwiha Tirkiye jî vê yekê ji kurdan re dixwaze. Bo Îranê jî komek berjewendî hene, pêwîst e Îran mameleyê ligel bidewletbûna Kurdistanê bike, ji ber ku gelek berjewendiyên wê bi Kurdistanê re hene. Bi baweriya min, ev dewlet dê di qezenca Iraqê de be jî.”

Nûçeyên têkildar