HAK-PAR: Em piştgiriya Rêzdar Barzanî dikin

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR piştgiriya xwe bo pêngavên Serok Barzanî bo lidarxistina referandumê nîşan da û ragihand, pirsgirêka îlankirina Kurdistaneke serbixwe li Başûrê Kurdistanê ku di van demên dawî de di rojeva Gelê Kurd de ye, wek hemû gelên dinyayê mafê herî rewa yê Gelê Kurd e jî.
HAK-PARê di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi vê mebestê em wek Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî ya di vî derbarî de dikin. Wek hemû neteweyên dinyayê ji kurdan jî mafê damezrandina welatekî serbixwe, mafekî mirovî û rewa ye.”
Li gorî daxuyaniya HAK-PARê, “Ew pêşniyara referandûmê ya jibo serxwebûna Kurdistanê ku ji aliyê Rêzdar Mesûd Barzanî ve hatiye kirin, pêşniyareke rast û di cî de ye, neqebûlkirin û dijderketina vê pêşniyarê, ji berjewendiyên Gelê Kurd re xizmet nake. Berovajî, xizmeta hêzên dagirker dike. Lewre, jimêj ve yên ku bi bertekek dijwar dijayetiya Kurdistanê û Gelê Kurd dikin, ev hêz û dewletên dagirker in. Divê bê zanîn ku dijderketina li hember referandûmê, şaşiyek mezin e û her wisa jî, berpirsyariyek xwe ya dîrokî heye. Tevlihevbûna Rojhilata Navîn, piştî sed salan her wisa firsendeke dîrokî derxistiye pêşberê Gelê Kurd û divê kurd vê firsendê baş bi kar bînin daku carek din ji dest nerevînin.”
Buroya Ragihandinê ya HAK-PARê ragihand: “Em difikirin ku bi taybet şert û mercên herêmê û bi giştî jî yên navneteweyî jibo vê yekê guncav e. Rêzdar Mesûd Barzanî jî vê yekê dibîne û bi vê hesasiyetê gav diavêje. Ev helwesta Rêzdar Barzanî, helwesteke erênî û her wisa jî giranbuha ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev helwesta Rêzdar Barzanî, dê di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrin bê nivîsandin.”
HAK-PARê di daxuyaniya xwe de wiha domand: “Daxwaz û hêviya me bi taybet ji partî û rêxistinên siyasî yên kurd û bi giştî jî ji hemû Gelê Kurd yê li herçar parçeyên Kurdistanê ev e ku guh nedin helwest û gefên welatên cîran û bi hizir û helwesteke neteweyî tevbigerin û bi yekdengî piştgiriya helwest û pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî bikin. Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya helwesta Rêzdar Barzanî bikin.”




