Li Silêmaniyê Celal Talebanî pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir

Serokomarê Îraqê Celal Talebanî, duhî roja pêncşemiyê li bajarê Silêmaniyê, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kir.
Di dîdareeke dostane de, rewşa Îraq, Kurdistan û herêmî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Talebanî û Barzanî tekîd li ser berdewamiya danstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê, ji bona çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera her du aliyan, kir.
Nêçîrvan Barzanî di dîdarê de, encamên serdana xwe ya bo komara Îslamiya Îranê ji Talebanî re behs kir û Talebanî jî ew serdan bi serdaneke serketî wesif kir û pîrozbahî li Barzanî kir.
Serokomarê Îraqê, ji bona wê peyva di festival Gelawêj de pêşkeş kirî, destxweşî li Nêçîrvan Barzanî kir




