26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hikûmet dê mehane mûçeyê fermanberan bide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di civîna Encumena Wezîran a Kurdistanê de biryar hat standin ku li gorî dahata petrolê hikûmet mehane mûçeyan dabeş bike.

Civîna Encumena Wezîran ku girêdayî mûçeyê fermanberan bû  bi dawî hat û di civînê de biryar hat standin ku hikûmet mehane mûçeyê fermanberan bide.

Derbarê paşkewtkirina mûçeyan jî, biryar hat dan ku % 15 heta 75 ji mûçeyan paşkewt bike.

Di civînê de ew yek jî hat gotin di hefteya bê de dest bi dabeşkirina mûçeyê meha 1 bê kirin û mehên mayî ji sala borî werin paşkewtkirin.

Nûçeyên têkildar