26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge çend gundên din ji destê DAIŞê derxistin

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrişî ser çend navçeyên bin destê DAIŞê li Mexmûrê kirin û fermandarê wê eniyê amaje bi pêşdeçûnên Pêşmerge dike.

Necat Elî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge îro danê sibehê êrişî ser gundên derdora Mexmûrê kirin û pêşde çûn.”

Necat Elî wiha got: “Hêzên Pêşmerge di wan pêşdeçûnan de karîn çendîn gund û cihên stratejîk ji destê DAIŞê derxînin û niha Hêzên Pêşmerge li gundê Kudîleyê ne ku 17 km li rojavayê Mexmûrê ye û terorîstên DAIŞê ji wir de top davêtin ser Mexmûrê.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Armanca wê êrişê garantiya ewlehiyê ye li wê navçeyê ku DAIŞ ji wir çeperên Pêşmerge topbaran dikir. Lê niha çedarên DAIŞê xwe li ber Pêşmerge nagirin û direvin.”

Nûçeyên têkildar