26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Du belemên din ên koçberan binav bûn û 104 kes tê de bûn

Çavkanî: KDP.info

Ege-KDP.info- Berpirsê beşê penaberan û rewenda kurdî di rêveberêua koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê ragihand ku, 2 belemên din ên koçberan di ava Ege de binav bûn ku zêdetirî 104 koçberan tê de bûn û beşek ji wan kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Nezhet Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “2 belemên din ên koçberan di Ege de binav bûn ku zêdetirî 104 koçber tê de bûn û beşek ji wan kurd in û niha tîmên hewarçûnê li termên wan digerin da ku wan bibînin, lê heta niha çarenivîsa wan nediyar e.”

Husên wiha got: “Ji wê hejmarê 18 kes ji yek malbatê ne û xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Niha em li ser xetê ne da ku zanyariyên zêdetir werbigirin derbarê çawaniya binavbûna wan û hejmara kurdan.”
 

Nûçeyên têkildar