Amed.. Êdî Sûrê bi temamî qedexe ye

Amed-KDP.info- Êdî li navçeya Sûrê ya Amedê, qedexeya derketina derve li tevahiya taxan hatiye ragihandin.
Şer û pevçûn li navçeya Sûrê ya Amedê didome û qedexeya derketina derve jî ji 2 mehan borî.
Tenê li 4 taxên Sûrê qedexeya derketina derve nehatibû ragihandin, ew jî nîvê şeva borî hat ragihandin.
Qayîmeqamtiya Sûrê şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, li taxên Camî Kebîr, Camî Nebî, Îkenderpaş û Melîkahmet jî qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Bi vî rengî êdî li tevahiya Sûrê, ji bo “dabînkirina asayiş û aramiyê”, derketina derve qedexe ye.




