Kongireyek derbarê pêkvejiyan û jinavbirina teror û tundiyê birêve diçe

Dihok-KDP.info- Endameke Encumena Parêzgeha Dihokê ragihand ku di vê mehê de dê kongirek derbarê pêkvejiyanê û jinavbirina teror û tundiyê li Encumena nûnerên Iraqê birêve biçe.
Dîlman Sindî Endama Encumena Parêzgeha Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di 7ê vê mehê de, dê kongireya kongireya pêkvejiyanê û jinavbirina teror û tundiyê li avahiya Encumena Nunerên Iraqê were lidarketin û ez wek endameke Encumena Parêzgeha Dihokê bi fermî hatime vexwendin.”
Wê endama Encumena Parêzgeha Dihokê ragihand: “Armanca vê kongireyê berdewamîdan dibe bi hewlên jinavbirina terorê û parastina asayişa welatiyan ji her gevekê û metirsiyekê bê cudahiya nasnameya olî û mezhebî û neteweyî.”




