26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Dûrxistina PYDê bila ji wan re bibe dersek”

Çavkanî: KDP.info
Behcet Beşîr Endamê Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje wan dengê xelkê Rojavayê Kurdistanê gihand kongireya Cenêv 3 û çaverê dikin ku pêşkeftinên mezin di daxwazên xwe de bidest bînin.

Behcet Beşîr Endamê Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji malpera KDP.info re ragihand: “Pirojeya me bo Sûriyê ew e ku Sûryayeke azad û federal dirust bibe ku mafê gelê me tê de hebe, lewma di çarçoveya mafê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û daxwazên gelê me, me pirojeyek amade kir û pêşkêşî kongreya Cenêv 3ê kiriye, herwiha me 600 hezar îmzeyên kurdên Rojava kom kirine bo bidestanîna mafên kurdan li Sûriyê û bihêzbûna dengên me di şanda opozisyonê de.”

Beşîr wiha got: “Dûrxistina PYDê ji kongireya Cinêv 3 destpêkek e bo ku ew partî bi xwe de biçe, ji ber ku ew tevî wan hemû qurbaniyên ku ji aliyê zarokên Rojava ve hatine dan, ne rêjîm razîbû PYDê di nav şanda wê de cih bigre û ne jî opozosyon û di ti alî de cihê wan nebû, lewma pêwîst e ev yek ji wan re bibe dersek û zanibin ku siyaseta wan hat şikestin ji ber ku nûneratiya hizra neteweyî nekirin.”
 

Nûçeyên têkildar