26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Çûna şanda Kurdistanê bo Bexdayê pêwîst bû

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Endamekî Encumena Nûnerên Iraqê ji Frakisyona PDKê dibêje, çûna ûanda Kurdistanê bo Bexdayê di vê qonaxê de pir baş bû, ji ber ku Hewlêr û Bexda li pêşiya tehediyeke aborî mezin de ne, lewma eger herdu alî hevkar bin, dikarin nakokiyên navbera xwe çareser bikin.

Muhsin Seidûn ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Bexdayê di vê qonaxê de pir baş bû da ku pêwendiyên di navbera Hewlêr  û Bexdayê de berdewam bin ji ber ku Hewlêr û Bexda li pêşiya tehediyeke aborî mezin de ne, lewma eger herdu alî hevkar bin, dikarin nakokiyên navbera xwe çareser bikin û çareseriyekê ji vê kirîzê re bibînin.”

Seidûn wiha got: “Di vê serdana şanda Kurdistanê de gotûbêj li ser hemû pirsgirêkan hat kirin bi taybetî pirsgirêkên borî û ewlehî û jihevtêgiheştineke baş di navbera wan de hebû û biryar hat dan ku çend lêjneyên hevbeş bo çareserkirina nakokiyan werin dirustkirin. Niha Herêma Kurdistanê û Bexda di kirîzeke darayî de ne lewma pêwîst e rêyeke din ji bilî petrolê bibînin da ku bikaribin ji vê kirîzê derbas bibin.”

Muhsin Seidûn wiha domand: “Eger herdu alî hevkar bin, dê serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê bi sûd be û nakokî çareser bibin.”

Nûçeyên têkildar