Ednan Kerkûkî: Hatina Heşda Şeibî bo Kerkûkê bo destesergirtinê ye

Kerkûk-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê Ednan Kerkûkî dibêje, li sînorê Kerkûkê jibilî Hêzên Pêşmerge pêwîstî bi ti hêzeke din tune ye û eger her hêzek jî bê Kerkûkê pêwîst e bi razîbûna Hêzên Pêşmerge be.
Ednan Kerkûkî Berdevkê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorê Kerkûkê jibilî Hêzên Pêşmerge pêwîstî bi ti hêzeke din tune ye, ji ber ku Pêşmerge kariye parêzgariyê li hemû sînoran bike û li hemû pêkhateyan bi bê cudahî û serkeftinên mezin di rûbirûyê DAIŞê de bi dest bîne û ji aliyê xelkê navçeyê ve jî pêşwazî lê hatiye kirin, lê eger pêwîstî bi hêzeke din hebû, pêwîst e Hêzên Pêşmerge li ser hatina wan razî bibe.”
Kerkûkî wiha got: “Ew hêza Heşda Şeibî ku hatiye Beşîr û Tazexurmatû nikariye yek gavê pêşde biçe û çend caran êriş kirin û bi ziyan vegeriyan û ti arman bi cih neanîne, lewma ew hêz li wî sînorî ne pêwîst e ji ber ku tiştek ji destê wan nayê.”
Ednan Kerkûkî wiha domand: “Eger ji aliyê stratejîk ve em lê binerin ji ber ku ew navçe navçeyeke cihê nakokiyê ye di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, lewma ew hêz dixwazin kontrol bikin, lê bêguman ew navçe kurdistanî ye.”




