PDK: Me kes bi teqandina boriya gaze tometbar nekiriye..Em li hêviya encama lêkolînê ne

Hewlêr-KDP.info- Çavkaniyek ji PDKê red kir ku wan ti kes bi teqandina boriya gaza Kurdistanê tometbar kiribin û da zanîn ku ew li hêviya encamên lêkolînê ne.
Di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ji malpera KDP.info re hatiye şandin, çavkaniyekê ji PDKê tekez kir ku wan ti helwesteke fermî li ser vê mijarê nedane û ew li hêviya encamên lêkolînê ne.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
Bi bawerbûn bi bingehên qanûnê û piştgirêdan bi lêkolîn û riyên ewlehiyê, PDKê red dike ku wê ti kes û alî bi teqandina boriya gaze ya li nêzîkî nahiyeya Şiwan tometbar kiribe.
Çend malper û navendên ragihandinê belav kirine ku qaşo PDKê ûdezgehên ragihandina PDKê derbarê wê bûyerê de Tevgera Goran û endamekî wê tevgerê bi teqandina boriyê tometbar kiriye, ku di rastiyê de ti bingeh ji wê îdiaya wan dezgehên ragihandinê re tune ye.
Ti helwesta fermî ya PDKê li ser vê mijarê tune ye û niha çaverê lêkolînê dike, di heman demê de jî berpirsyaretiya samanên giştî li wê sînorê bi erkê dezgehên ewlehiyê yên wî cihî dibîne û ew dezgeh ji her kêmtirxemiyekê li wê deverê berpirsyar in, bi taybetî ku beriya niha behsa metirsiyê û gef hatibû xwarin.
Yekem kes ku amaje bi kes yan aliyekî kiribe û ew tometbar kiribin Parêzgarê Kerkûkê bû û dezgehên ragihandinê tenê daxuyaniya wî birêzî belav kirine.




