Mîranî: Emê li ser rêbaza xwe berdewam bin..Xebatgêr di wijdanê gelê xwe de zindî ne

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di 29 salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de dibêje, Em soz û peyman didin ku em newestin û berdewam bin li ser rêbaza xwe.
Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê di 29 salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de ji malpera KDP.info re got: “Di 29 salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî yê her zindî de, em soz û peyman didin ku em newestin û berdewam bin li ser rêbaza xwe.”
Mîranî got jî: “Xebatgêr namirin, lê belê di wijdanê gelê xwe de zindî ne.”
Hêjayî gotinê ye ku, Îdrîs Barzanî yê her zindî saet 6ê sibeha roja 31ê meha 1ê sala 1987ê li gundê Silîvana yê ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve koça dawî kir û li Goristana bajarê Şino li tenşt bavê xwe Mela Mistefa Barzanî hat veşartin.
Piştî raperîna Behara sala 1991ê serkirdatiya PDKê biryara veguhestina termê Mela Mistefa û Îdrîs Barzanî da û li rojên 6 heta 8/10/1093 di merasimeke taybet de termê herduyan di nava hejmarek zêde ji xelkê Kurdistanê gihîşt devera Barzan û li gundê wan hatin veşartin.




