26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Lêjneya Navxwe û Asayişê: Aliyekî siyasî li pişt teqandina boriya gaza Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Serokê Lêjneya Navxwe û Asayişê ya Parlamentoya Kurdistanê, Nazim Herkî eşkere kir ku partiyeke siyasî, boriya gazê ya navbera Hewlêr û Kerkûkê daye teqandin, lê ji ber selametiya endamên lêjneya lêkolînê niha zanyariyan eşkere nakin.

Şeva 28ê vê mehê, li nêzîkî gundê Şiwan ê Kerkûkê, boriya gazê ya ku di navbera Kerkûk û Hewlêrê de hatiye kişandin, hatibû teqandin. Komîteyek ji bo lêkolînkirina wê bûyerê pêk hatibû.

Endamê wê komîteyê û alîkarê Serokê Lêjneya Navxwe û Asayişê ya Parlamentoya Kurdistanê, Nazim Herkî ji malpera KDP.info re axivî û agahiyên dawî li ser wê bûyerê eşkere kir û ragihand: Teqandina wê boriyê destekî siyasî li pişt e û karekî xerab e ji ber ku pêwendiya wê bi qutê xelkê ve heye û dê bandora wê ya xerab hebe, ji ber ku ew borî ne tenê ya partiyeke siyasî ye, û ye hemû milet e.

Nazim Herkî da zanîn ku agahiyên nû ketine destê wan û got, ji ber ku lêkolîn didome ez nikarim ti agahiyekê bidim we lê ez tenê dikarim vê bêjim, destekî siyasî li pişt wê bûyerê ye.

Herkî, her wiha diyar kir, ew karên wisa mixabin ji karê terorîstî xerabtir in. Yên ku ew kar kirine derfet ji keşûhewayê dîtine û di nava çalekê de borî teqandine ku 2 km dûrî cadeyê ye û ji ber ku wêstgeha karebaya Çemçemal û Hewlêrê li ser e, gelek ziyanên wê hene bo karebaya niştimanî.

Beriya niha li devera Çemçemalê ya Silêmaniyê, rayedarekî Tevgera Gorran bi navê Ebdullah Kuwêxa Mubarek, gotibû ti sûca gaza ku ji Çemçemalê tê firotin, ji bo xelkê deverê tine û gefa teqandina boriya gazê xwaribû. 

Nûçeyên têkildar