26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“ENKSê bi fermî bo Jenêv 3ê hatiye vexwendin”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku gotûbêjên aştiyê yên taybet bi Sûriyê dê destkeft di ware mirovî bi dest bînin û ji Rojavayê Kurdistanê jî ENKSê bi fermî bo Jênêv 3 hatiye vexwendin.

Ebdulhekîm Beşar Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji malpera KDP.info re ragihand: “Em ligel şanda opozisyonê bi awayekî fermî hatine vexwendin bo Jinêv 3 û em tek şand in ku bi fermî hatine vexwendin, ez jî di nava Desteya Bilinda Danûstandinan a opozisyonê me.”

Beşar derbarê beşdariya wan di Jinêv 3 de ragihand: “Heta niha em di danustandinan de ne ku tê de beşdar bin yan na û me biryara dawî nedaye. Derbarê qebareya beşdariya me jî û ji ber ku em biryara çarenivîsaz bi tifaq û sazan werdigirin ji destpêka danûstandinan derbarê veguhestina siyasî ya desthilatê dibe, lewma pirsên navxwe tên paşxistin bo piştî qonaxa veguhêz dibe û piştre hizra guhertina destûr bi awayekî hûkmran be. Opozisyon jî pirsgirêk û mafê kurdan li ber çav digire û em di hemû lêjneyan de beşadar bin.”
 

Nûçeyên têkildar