26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokê ENKSê kongreya Cênêv 3 gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) kir û di wê hevdîtinê de guhertinên siyasî yên dawî û kongreya Cênêv 3 û paşaroja Sûriyê gotûbêj kirin.

Roja pênçşem 28.01.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îbrahîm Biro Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî û pêşhatên meydaniyên dawî yên Sûriye de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha tîşk xistin li ser çalakiyên siyasî û guftûgo û danustandinên Encûmena Niştîmaniya Sûriye li gel hêz û aliyên dinê wî welatî kirin.

Behskirina guhertinên siyasî yên dawî û kongreya Cênêv û paşaroja Sûriye çend mijareke dinê kombûna di navbera Serok Barzanî û Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye bûn.
 

Nûçeyên têkildar