26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgerê Mûsilê: Bandora Serok Barzanî bûye cihê baweriya xelkê navçeyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Mûsilê kir û di wê hevdîtinê de Parêzgerê Musil ragihand ku kesayetî û bandora Serok Barzanî bûye cihê baweriya xelkê navçeyê bi taybetî jî li cem runiştvanên parêzgeha Nînowa.

Roja çarşem 27.01.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nufil Hemadî Sultan Agub Parêzgerê Nînowa kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û rewşa bereyên şerê terorîstan li parêzgehên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan.

Her wiha Parêzgerê Musil pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstên DAIŞê û çareserkirina kêşeyên pêkhatên cûda cûdayên Iraqê de hebû û ragihand kesayetî û bandora Serok Barzanî bûye cihê baweriya xelkê navçeyê bi taybetî jî li cem runiştvanên parêzgeha Nînowa.

Her li vê hevdîtinê de behsa amadekariyên proseya azadkirina Musilê kirin û li ber çav girtina rewşa demografiya parêzgeha Nînowa ewe hate dûpatkirin ku berî destpêka azadkirina Musilê û her wiha piştî azadkirina wê pêwîste rêwşuwênên wiha bê li ber girtin ku bibê sedema aramiya runiştvanên Nînowa bi awayek ku êdî êş û karesat ji bo pêkhatên cûda cûdayên parêzgeha Nînowa dûbare nebin.
 

Nûçeyên têkildar