Amed.. Şer derbasî 6 taxên din jî bû

Amed-KDP.info- Li bajarê Amedê, şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de derket. Li 6 taxên din jî qedexe hat ragihandin.
Îro danê sibê li navçeya Sûrê ya Amedê şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de derket.
Li Sûrê, qedexeya derketina derve li 6 taxên din jî hat ragihandin û şer û operasyon li wan taxan jî belav bûye.
Qayîmeqamtiya Sûrê jî ragihand, qedexeya derketina derve îro li taxên Evdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Silêman Nazîf, Ziya Gokalp û Melîkahmet hatiye ragihandin. Beriya niha tenê li 6 taxên Sûrê, derketina derve hatibû qedexekirin.
Ji aliyekî din, medyaya Tirkiyê ragihand, di şerê Sûrê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.




