26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Davûtoglu: Bê kurdên kirîza Sûriyê çareser nabe

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu ragihand, ew ne li dijî wê ne kurdên Sûriyê tevlî hevdîtinên Sûriyê bibin, tenê ew li dijî wê ne ku PYD tevlî bibe. Herwiha got, bê kurdên kirîza Sûriyê çareser nabe.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, ji televîzyona CNN International re axivî û bersiva pirsên Kirîstiyan Emanpûr da.

Davûtoglu derheqê hevdîtinên Sûriyê de, ku biryar e ji bo cara sêyemîn li bajarê Jenêvê yê Swîsrayê bên destpêkirina, diyar kir ku Tirkiye dixwaze kurdên Sûriyê tevlî wê civînê bibin çimkî eger kurd nebin, nabe.

Serokwezîrê Tirkiyê anî ziman ku ew tenê li dijî PYDê ne û wiha got, “Em tenê li dijî wê ne ku rêxistina terorîstî ya PYDê tevlî civînê bibe. PYD, beşek ji rêxistina PKKê ye ku ji aliyê Ewropa û Amerîka ve wek rêxistina terorîstî hatiye qebûlkirin…”

Davûtoglu di bersiva vê pirsa Emanpûr de ku “Dibe ku hûn û Ewropa wan wek terorîstî bibînin lê Amerîka wan wek hevalbendê xwe dibîne. Gelo dema wê nehatiye hûn vê rastiyê qebûl bikin?” jî got, yên ku wan wek hevalbend dibînin rastiya herêmê nabînin. Ti kes nikare me razî bike ku mirovên han aştiyê dixwazin!

Serokwezîrê Tirkiyê derheqê operasyonên Rûsyayê li Sûriyê jî got, tu rastiyê bixwazî, Rûsya, Sûriyê dagir dike. Heta niha %90ê operasyonên Rûsya li dijî sivîlan û neyarên lîberal ên rêjîma Sûriyê bûye. Rûsya li dibistan û nexweşxaneyan dide. Ew kesên ku ji ber êrişên Rûsya birîndar dibin, direvin Tirkiyê. Tenê %10ê êrişên Rûsya li dijî DAIŞê ne.

Nûçeyên têkildar