26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erebên Mexmûrê bersiva raporeke navdewletî derbarê Pêşmerge didin

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Erebên derdora Mrxmûrê dibêjin, ew bi rêya medyaya guhdarî rapora Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî derbarê erebên Kurdistanê, bûne û tekez dikin ku ew rapor nerast e.

Erebên derdora bajarokê Mexmûrê îro sêşemê di konfiranseke rojnamevaniyê de ragihandin: “Rapora Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî derbarê erebên Kurdistanê dûr e ji rastiyê û ecîndayek li pişt e, ji ber ku gundên ereban bi zorê nehatine valakirin, lewma ew rapor tawan e li dijî Herêma Kurdistanê.”

Herwiha amaje bi wê yekê kirin ku, ew bi sedan sal e ligel kurdan li navçeyê dijîn. Piştî ku Hêzên Pêşmerge ew navçe kontrol kirin, malbatên ereb veguhestin bo cihên aram, ji ber ku ew navçe rojane ji aliyê DAIŞê ve dihatin topbarankirin.

Ev yek piştî wê yekê hat ku, hefteya borî Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî di rapora xwe ya salane de Hêzên Pêşmerge bi wê yekê tometbar kir, ku xaniyê ereban xerab kirine û nahêlin vegerin gundên xwe.

Nûçeyên têkildar