Ewropa banga agirbestê li PKK û dewleta Tirkiyê kir

Enqere-KDP.info- Kordînatora Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Federîka Mogherînî bang li Tirkiye û PKKê kir, şer bidin sekinandin û dest bi diyalogê bikin.
Kordînatora Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê, Federîka Mogherînî îro serdana Tirkiyê kir û li Enqerê bi Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlût Çavûşoglu re hevdîtin pêk anî.
Di civînê de navbera hat dayîn. Di wê navberê de, Federîka Mogherî ji rojnamevanan re axivî û ragihand, wê di civînê de fikar û dilgiraniyên xwe li hember şer û aloziyên ku li Bakurê Kurdistanê diqewimin, ji rayedarên Tirk re aniye ziman û got, em êrişên PKK û hemû rêxistinên din ên terorîstî şermezar dikin.
Mogherînî bang li PKK û dewleta Tirk jî kir ku şer bidin sekinandin û dest bi pêvajoya aştî û diyalogê bikin.
Kordînatora Siyaseta Derve ya Ewropayê ji hêzên Sûrî jî xwest, li dijî DAIŞ û El Nusrayê bibin yek û got, divê li hêzên sunnî, mesîhî û kurdên êzîdî jî li Iraqê li dijî DAIŞê bibin yek.
Berpirsa karûbarên endamtiyê ya Ewropayê, Johannes Hahn jî, ku tevlî civînê bibû, ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê çi bikeve ser milê wan ew amade ne bikin.




