26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bazyanî: Ev kirîz demkî ye..Pêwîst e aliyên siyasî nekin muzayedeya siyasî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Navenda Huda bo Lêkolînên siyasî ragihand ku, pêwîst e welatiyên Herêma Kurdistanê bêhna xwe fireh bikin, ji ber ku ew hemû qeyranên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine demkî ne û dê di demeke zêdîk de Kurdistan ji van geyranan rizgar bibe.

Dr. Mihemed Bazyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e em bêhna xwe fireh bikin, pêwîst e pirojeyeke çaksaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe û wek hemû cîhanê dewlemenda kom bike û bi alîkariya wan vî welatî ji kirîza darayî rizgar bikin, lê di heman demê de pêwîst e hemû aliyên siyasî bi hevre hevkar bin û di vê qeyranê de destê xwe bidin hev û kes xwe ji berbirsyaretiyê dûr neke û hemû qeyranê nexin histê aliyekî bi tenê de. Ev kirîz demkî ye. Pêwîst e aliyên siyasî nekin muzayedeya siyasî.”

Serokê Navenda Huda bo Lêkolînên siyasî ragihand ku, pêwîst e welatiyên Herêma Kurdistanê bêhna xwe fireh bikin, ji ber ku ew hemû qeyranên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine demkî ne û dê di demeke zêdîk de Kurdistan ji van geyranan rizgar bibe.

Bazyanî got ku, daketina nirxê petrolê yak ji sedeman e ku Kurdistan rastî qeyranekî darayî mezin hatiye, lê di heman demê de bernameyekî hikûmetê baş nebûye û gerek pêdeçûn bi karê xwe de kiriba da ku karîba mûçeyê fermanberên xwe daba, herwiha deyin ji dewlemendan kiriba.

Nûçeyên têkildar