26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civîna Serok Barzanî û aliyên siyasî deriyeke bo derbasbûn ji vê qeyranê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel partî û aliyên siyasî girîng dibînin û di wê baweriyê de ne ku ew civîn dê deriyek be bo derbasbûn ji qeyrana siyasî ya Kurdistanê.

Biryar e sibe Sêşemê 26/1/2015 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive, li gorî zanyariyên malpera KDP.info, di civînê de dê pirsa referandûmê û qeyrana darayî, pêvajoya siyasî û pirsa parlamentoyê û pêngavên hikûmetê bo çareserkirina kirîza darayî binirxîne, hevdem dê behsa serkeftinên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer û paşeroja DAIŞ li navçeyê û alîkariyên bo hêzên Pêşmerge, bên kirin.

Elî Ewnî Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em di wê baweriyê de ne ku civîna sibe ya Serok Barzanî ligel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dê pir girîng û bayex be, ji ber ku pir girîng e xelk ji wê girêka derûnî rizgar bibin, ji ber ku hin aliyan ew bawerî li cem xelkê çêkirine ku êdî îradeyek bo komkirina alîiyên siyasî tune ye, lewma rewşa niha ya Herêma Kurdistanê jî bi awayekî giştî rewşeke taybet wergirtiye, ji aliyekî şerê DAIŞê û ji aliyê din ve kirîza darayî, ku divê em hemû berpirsyarane kar ligel vê rewşê bikin.”

Ewnî wiha got: “Girîng e ji aliyê pirensîp ve aliyên siyasî di vê rewşê de ligel hev bin, bi taybetî hewlên Serok Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê ku girîng e hemû aliyan kom bike.”

Ji aliyê xwe ve, Seidî Ehmed Pîre Endamê Polîtburoya YNKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ez her kombûnekê baş dibînim, ji ber kombûn rêya gihîştin bi çareserkirina pirsgirêkan kurt dike. Xelk pir bi giringî li hêviya vê civînê ne û aliyên siyasî jî bi heman awe wê civînê girîng dibînin.”

Pîre wiha got: “Girîng e di vê civînê de ji hemû aliyan de, Serok Barzanî însiyatîva wî hebe, bi taybetî derbarê pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê înisyatîva wî hebe, ku bi vê yekê xizmeteke mezin dike, herwiha di pirsa serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de jî înisyatîveke wî hebe dê pir girîng be. Herwiha girîng e ku înisyatîva wî ji kirîza darayî re hebe bo başkirina jiyana xelkê.”

Berdevkê Partiya Komonîst a Kurdistanê Baba Elî Cebar ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel hêz û aliyên siyasî, yek ji pêngavên sereke bo derbaskirina vê rewşa siyasî ya niha li Herêma Kurdistanê ye û bo çareserkirina vê rewşê jî em dibînin ku çareseriya vê pirsgirêka siyasî yek ji pêngavên destpêkê bo çareseriya wan qeyranên din ên li Herêma Kurdistanê.”
 

Nûçeyên têkildar