26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Beriya şerê Mûsilê pêwîst e mekanîzmek bo karê hevbeş were dîtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku ku beriya destpêkirina operasiyona azadkirina Mûsilê pêwîst e mekanîzmeke hevbeş a çalak bo karkirina hevbeş a pêkhateyên vê bajarê were damezrandin.

Îro Yekşemê Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Iraqê Stuart Johns û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de behsa operasiyona azadkirina Mûsilê hate kirin û Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku beriya destpêkirina operasiyona azadkirina Mûsilê lazime mekanîzmeke hevbeş ya çalak bo karkirina hevbeş a pêkhateyên vê bajarê were damezrandin.

Di berdewamiya hevdîtina han de şerê dijî terorîstên DAIŞê, pêşhatên dawî yên li her du parêzgehên Neynewa û Enbarê, serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê li Şingalê û bandora serkeftina han li ser şerê hatin nîqaşkirin û Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya têkşikandina leşkerî ya DAIŞê û azadkirina Mûsilê kir û da zanîn ku ew yek vê bandoreke mezin li ser pêşeroja şer bike.

Mesrûr Barzanî behsa bandora nefsî û herwiha asta hemahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û artêşa Iraqê jî kir û got: “Bandora ew hemahengiya han misuger kirina serkeftinê ye û lazime mekanîzmekî hevbeş ya çalak bo bihevre kar kirina hêzên han were amadekirin daku hesasiyet di navbera pêkhateyên Mûsilê de çê nebe.”

Di dawiya hevdîtina han de behsa serdana vê dawî ya heyeteke Kurdistanî bo Amerîkayê jî hate kirin û encamên vê serdana han jî bi baş hatin wesifkirin û Stuart Johns eşkere kir ku Amerîka ji bandora kirîza darayî, kêşeyên heyî û dabîn kirina pêdiviyên hêzên pêşmerge tê digehêje.
Di dawî de tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku lazime welatên hevpeyman hevkariya Kurdistanê bikin daku karêbe ew qirîzên han derbas bike.

Nûçeyên têkildar