Serok Barzanî û Balyozê Amerîka rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Bexda kiriye û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka ji hemû aliyan ve hatine gotûbêj kirin.
Îro 24 Çile, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Balyozê Amerîka Li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku, Qunsilê Amerîka li Hewlêrê Matyos Mîtman amadebû, rewşa siyasî û ewlekarî ya navçeyê, herwiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda hatin gotûbêj kirin.
Ji aliyekî din de behsa amdebûna Hêzên Iraqê, Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jibo operasyonên rizgarkirina Mûsilê hatin kirin.
Di beşekî din de ji hevdîtinê, pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de di hemû waran de hatin gotûbêj kirin.




