Nêçîrvan Barzanî garantî da..Ev qeyran jî dê derbas be

Hewlêr-KDP.info- Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed ragihand, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî garantî daye wan ku ev qeyran jî dê bi serkeftî derbas bibe.
Şandeke mamostayên Kurdistanê bi serokatiya Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed, îro bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Talebanî re hevdîtin kirin.
Piştî hevdîtinê, Ebdulwahîd Mihemed ji rojnamevanan re behsa naveroka hevdîtinê kir û got, me gilî û gazindên mamostayan ji Serokê Hikûmetê û alîkarê wî re got. Wan jî garantî dan ku mûçeyê mamostayan ti carî nayê xwarin û dê were dayîn, herwiha ev qeyran jî dê bi serkeftî derbas bibe.
Li ser dayîna nîvê mûçeyê mamostayan jî Ebdulwahîd Mihemed got, şanda hikûmetê ji me re gotin ku ti carî nîvê di ê mûçeyê mamostayan nayê xwarin û fermana nîvmûçeyê jî demek dirêj berdewam nabe.
Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê li ser boykotkirina dibistanan jî got, eger em bizanin sûda vê yekê heye emê ji sibê ve dest bi boykotê bikin.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji sala 1991ê ve ev cara yekê ye ku rastî qeyraneke darayî wiha dijwar tê û amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Kurdistanê berdewam e li ser hewlên xwe bo çareserkirina vê rewşê û derbaskirina wê kirîza darayî.
Serokwezîr bi eşkere ronahî xist ser rewşa darayî ya Kurdistanê û da zanîn ku dahata niha ya Herêma Kurdistanê bi ti awayî têra xerciyên wê nake, lewma niha pilana hikûmetê heye ku dahatê zêde bike û tişta ku têkeve destê hikûmetê de li gorî pilanekê bide mûçeyê fermanberan û bo birêvebirina karûbarên Kurdistanê.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî bi sîngeke fireh rexne û têbîniyên mamosteyan qebûl kir û amaje bi wê yekê kir ku piştî Pêşmerge Hikûmeta Kurdistanê giringiyê bi mamosteyan dide û hewl dide bilez çareseriyekê ji mûçeyê wan re bibîne, ji ber ku ew pêşeroja Kurdistanê pêk tînin.




