Demîrtaş û Figen dîsa bûn Hevserokên HDPê

Enqere-KDP.info- Di 2yemîn Kongreya asayî ya HDPê de Selhatîn Demîrtaş û Figen Yuksekda wek hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin hilbijartin.
Îro li salona Ahmet Taner Kişlali ya bajarê Enqerê yê Tirkiyê, duyemîn kongreya HDPê hat lidarxistin.
Di kongreyê de ji bo diyarkirina hevserokan hilbijarin hat kirin û di encmê de hevserokên berê Figen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş dîsa bo hevserokatiya HDPê hatin hilbijartin.
Di hilbijartinên hevserokatiya HDPê de ji bilî Figen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş ti kes din wek namzed nebûn.




