“Beşdariya xelkê Rojava di pêvajoya siyasî de, PYD ditirsîne”

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ragihand, me çaverê nedikir ku welatî hiqasî pêşwazî li kampanyaya me ya komkirina 1 milyon îmze bike, ev yek cihê dilxweşiyê ye, bi teybetî ku niha xelkê Rojava ew yek fêm kirine ku çawa mafê xwe bi dest bînin.
Dr. Kawa Ezîzî Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ji malpera KDP.info re ragihand: “Roj li pey roj kampanyay komkirina 1 milyon îmze berfireh dibe û bo cara yekê ye ku bi vê riyê xelkê Rojavayê Kurdistanê bi awayekî rasterast beşdarî di pêvajoya siyasî de dikin û dikarin bi azadî raya xwe bêjin û binivîsînin, lewma ev qonax pir girîng e bo pêşeroja navçeyê û Rojavayê Kurdistanê ku xelkê fêr bikin ku rasterast tevlî pêvajoya demokrasiyê bibin, ne hêzeke çekdarî xwe bike walî û xwediyê şeriyeta xelkê.”
Ezîzî wiha got: “PYDê li dijî vê pêngava demokrasiyê pir dilgiran bûye û carna êrişî malê xelkê dike û carna çalakvanên siyasî digire, niha jî gefê li wan kesan dixwin ku di kampanyaya îmzeyan de beşdar bûne, ji ber ku naxwazin ew ezmûnê demokrasiyê li Rojavayê Kurdistanê ser bigire û dixwazin tişta ku baweriya wan pê heye bi ser xelkê de feriz bikin.”
Wî endamê serkirdatiya PDK-S wiha domand: “Kampanyaya me dê berdewam be eger PYDê bi çekan jî rûbirûyê me bibe, lewma em paşde venakiştin heta ku em dengê xelkê Rojava bigihînin hemû cîhanê.”




