Bombebaran kirina Serê Kaniyê berdewame

Îro danê sibehê balafirên şer ên rejîma Sûriyê bajarê Serê kaniyê yê rojavayê Kurdistanê dîsan bombebaran kirin û ji ber wê sedemê welatiyên kurd hatin kuştin û birîndar kirin.
Çalakvanên Serê Kaniyê ragihandin ku eve çar roje bombebaran kirina bajarê Serê Kaniyê ji aliyê balafirên şer ên rejîma Sûriyê ve berdewame.
Hêjayê gotinêye di wan bombebaran kirina de endamê serkirdayetiya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Elî Mele Şêxmûs û kurekî wî jî di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan




