Serokatiya Herêma Kurdistanê: Paşarojeke geş û serbilind çaverêya me dike

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên Deryaya Egeyê re xwest û ragihand ku bi piştrastî xweragiriya gelê Kurdistanê dê encama xwe hebe û paşarojeke geş û serbilind çaverêya Kurdistanê dike.
Ev jî tekesta wê ye:
Gelek bi mixabinî carekî din hejmarek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li rêya koçberiya derveyê welat de tûşî karesatê hatin û li deryaya Ege de xeniqîn. Ev nûçe cihê xem û kovaneke mezine ji bo me hemû aliyek û pirse û serxweşî û hevsoziya xwe bi kesukarên qurbaniyên vê rûdana diltezîn radigihînîn û hêvîdarîn karesatên bi awayî dûbare nebin.
Heman demî de daxwaz dikin Hikûmeta Herêmê jî hemû hewlekî ji bo yarmetîdana kesukarên qurbaniyan û anîna termên qurbaniyên vê rûdanê bixe holê.
Daxwaz dikîn bi navê dûbarenebûna karesatên bi vî awayî hemû aliyek bi xemxwarî û hest bi berpirsiyarêtiyê ve muamele li gel diyardeya koç û sedem û asewarên wê ve bikin.
Her çende welatê me li rewşeke nehemwar û dijwar da derbas dibe û ji bilî hebûna tehdîdên mezin lê belê me pêwîstî bi dan bi xwe da girtinekî zêdetire.
Bi piştrastiyê ve xweragiriya gelê Kurdistanê encama xwe dibê û paşarojeke geş û serbilind çaverêya me dike.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
23.01.2016




